Kayıtlar

Qasim 2025: 230 Dolar

Resim
Qasima 2025an ji ser Patreonê bi destekên 19 guhdaran 230 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê.   Jiber ku piranîya destekçîyên me jiber rewşên xusûsî naxwazin navên wan di xelekên spasîyê da werin eşkerekirin, em navên wan nabêjin, lê bi nîyeta silav û spasîyê ew ji ku ne, em navên bajarên wan dibêjin.  Bi qasî em elimîne Qasima 2025an guhdarên me yên ji Mêrdîn, Diyarbekir, Adiyaman, Erzirom, Agirî, Urfa, Meletî û Mûşê destek dane.  Guhdarên me ji Patreonê bi qasî hikmê xwe, bi qasî budçeya wan rê dide, bo tek carekê yan mehane di otomatîkê da, 1 dolar, 3, 5, 10, 20 yan jî 30 dolar destek didin.  Perxudres Podcast bi van destekên guhdaran pir û pir şa ye ku ew wisa bi awayekî serbest, serbixwe, bêyî ku bikeve bin hikmê terefên sîyasî, bi perspektîfeka objektîf li meseleyan dinêre.  Da fikir û fokusa me tenê li ser Perxudres Podcastê be hedefa me mehane hezar-1000 dolar e, da weşana me nesekine û em kalîteya karê xwe hîn rind bikin. Banga me xayet zelal e: Eger h...

Ta Heta Kafeyan

Resim
Di salên min ên Sirûcî da, wan çaxên ez hûr bûm hîn, hîn gir nebûbûm, li gor fikrên mala me ya mihefazakar qehwexaneyan bi îmaja xwe ya leke lêketî bo boş û betalan îş dikirin. Van  qehwexane yan,  xane yên wan ketibûn, tenê mabûn  qehwe  li ser zimên:  Filankes dare qehwê , mehneya xwe yanî, filankes xwe ji îş û karên heyatê, ji suxreyan badide, dare bi kevir û kaxetan dilîze û zirarê dide şexsîyeta xwe. Li ser vê fikrê, bi nezer û nêrîna min jî elbet qehwe cîhên pîs û xerab bûn; herim bikevim hindurê qehweyan li dera han, heta ne mecbûr bû ez di ziqaqên qehweyan ra jî derbaz nedibûm. Hevalên me yên jiber şertên heyatê bo parîyek nan danekî du danan li qehweyan dişixulîn zû balix dibûn, û wan, ewên li qeheweyan ji mezinan qiseyên pîs dibihîstin, li mektebê bi pistepist behsa tiştên eyb û guneh dikirin balix balix. A min, ez li dikana bavê xwe dişixulîm, û seba mişterî yan nas û dostên bo şêwrekê li dikanê rûdiniştin, bi îşareta bavê xwe ez direvîyam min diçû ji...

Mektûba Guhdar J. û Barê Rê

Resim
Ez vê nameyê di tarîya şevê de dinivîsim. Her tişt di ber çavên min re derbas dibin li ber cama otobusê.  Hêvî dikim ku bi vê nameyê barê mirina ku min çend roj berê bihîst sivik bikim. Kedera dilê xwe birîjinim vê nameyê wê barê li ser min sivik bibe. Name û nivîs çend dilop av in jibo agirê di hindurê min de.  Qelem û kaxez dostên min bûn demekê, wê demê min dixwest hevokeke wisa bibînim ku pê mirinê pêşwazî bikim. Gelek dem derbas bû di ser wê demê re, lê min qet nekarî wê hevokê bibînim.  Min vê dawîyê dît ku ti hevok an gotin nikare li hember mirinê bisekine. Mirov li hember mirin û evînê bi tenê ne, mirov herî zêde dema ku ew hez dikin û dimirin bi tenê ne. Guhdar J.

Îskender û Kazancı Bedih

Resim
Îskender , navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû. Kesî nedigot  Hezretî Îskender , bi referansên Îslamî gotinên nola  Îskender eleyhî selam yan  Îskender radyallahu enh  jî li ber guhên min neketibûn. Here were bi tenê du  Îskender ên esnaf min nas dikirin û min nediwêrî bi zimanê xwe yê zarok herim dikanên wan û ji wan her yekî bipirsim, bêjim “Seba çi navê te Îskender e?” Dûra, berê di derseka tarîxê de ez li vî navî rast hatim, li restoraneka Riha min dît ku nav, navê xwarineka bi goşt û mast e, ji straneka Awazên Çîya min bihîst ku  îro dîsa li Zagrosan Kurd bûne çeper û hêlîn, bi rengê dewrana Îskender, Romî jî lê terpilî...

Entabî û Efrînî û Êzîdî

Resim
Çay û şor şor, şor şorê vedike û dibêje ‘’Em Êzîdî ne’’ boyaxçîyê me; çay û şor şor, şor şorê vedike û ez dielimim ku wî jiber herba li Sûrîyê sala 2013an ji Efrînê mala xwe bar kiriye, hatiye li Riha bi cîh bûye.   ‘’Xoce’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Xoce, herkes nola te ne xwendî ye, em ditirsin, li vir em li her derê nikanin bêjin em Êzîdî ne..’’  Seba boyaxçîyê me yê ez bo silametîya wî navê wî eşkere nakim li mala me xwe hîn rihet hîs bike û ya di dilê xwe da gî bêje ez dibêjimê ‘’Pêşîyên me jî Êzîdî bûne kekê, tu li Misilmanbûna me ya niha menêre.’’ Li ser vê gotina min hinekî din vedibin dev û lêvên wî û dibêje ‘’Eslê me ji Entabê ye, kalikê bavikê min li Entabê mast difirotiye, dema diçûye bazarê digotine ‘Êzîdî ye ha, mastê wî mekirin’, ew jî rabûye çûye Efrînê.’’  ‘’ Nûka ’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Li Entabê pismamên bavikê min hene, ew Îslam in.’’  Nasekine û dewam dike dûra ‘’Li vir royên Înê ez naxwazim herim kar bikim, min bi zorê dibin camîyê, dibên  nim...